HRK, HAMLEYA 15’Ê TEBAXÊ Û ARGK

Li ser bingeha biryara têkoşîna gerîla û birêxistinkirina hêza gerîla wekî HRK’ê ku di Kongreya 2’yemîn a PKK’ê de hatibû girtin, di Tîrmeha 1984’an de HRK (Hêzên Rizgariya Kurdistan) tê avakirin.

HRK baskê leşkerî yê PKK’ê pêk tîne; xwe wekî "komên çalakiyê" û "komên herêmî" birêxistin dike. Li Zagros, Botan, Amed û Dêrsîmê yekîneyên gerîla yên herêmî têne avakirin. Her herêm li gorî taybetmendiya xwe xwe birêxistin dike; wekî mînak koma Dihê (Eruh), koma Şemzînanê û koma Şaxê (Çatak) têne avakirin. HRK xwe bi vî rengî wekî yekîneyên çalakiyê yên bi tevger bi cih dike.

Erka komên herêmî meşandina xebatên partiyê û domandina têkiliyên bi gel re ye. Xebatên wekî propaganda, perwerde û dabînkirina tevlîbûnê dimeşînin. Di nîzama gerîla de dimînin û çalakiyan dikin, lê karê wan ê sereke ne çalakî ye; karê wan ê esasî xebata girse, perwerde, propaganda û rêxistinkirin e. Lê erka bingehîn a komên propagandaya çekdarî çalakîkirin e. Çalakiya 15’ê Tebaxê li ser bingeha van koman pêş dikeve.

Mahsum Korkmaz (Egîd), bi çalakiya serdegirtina Dihê û Şemzînanê ya 15’ê Tebaxa 1984’an, damezrandina HRK’ê ji raya giştî re eşkere dike. Bi hamleya 15’ê Tebaxê re ku li Kurdistanê starta şerê gerîla yê li dijî mêtingeriyê hat dayîn; qereqolên cendirmeyan ên Dihê û Şemzînanê, lojmanên subayan û saziyên dewletê têne armancgirtin û bi bandor têne lêdan. Li Dihê dema ku dikevin depoya çekên giran a fermandariya cendirmeyan, çekan hildidin û yên din jî îmha dikin. Di heman dema de deriyên zindana Dihê têne vekirin û girtî têne berdan.

Çalakiyên hamleya 15’ê Tebaxê bi navê HRK’ê li gelek herêmên Bakur belav dibin. Hamleya 15’ê Tebaxê dibe îlana encama pêvajoya amadekariyê ya ku ji salên 1970’yî ve dest pê kiribû. Vê yekê nîşan dida ku têkoşîna berxwedana neteweyî ji zindanan gihîştiye çiyayan û gihîştiye qonaxeke şênber. Çalakiya 15’ê Tebaxê di dîroka gelê Kurd de dibe tevgera yekemîn a berxwedana çekdarî ya rêxistinkirî; cara yekemîn e ku pêvajoyeke berxwedanê ya plankirî, rêxistinkirî û domdar dest pê dike. Ev hamle xwedî wê taybetmendiyekê ku tevgereke bi zanabûn û rêxistinkirî ye û ji raya giştî re hatiye ragihandin.

Ji aliyekî din ve, astenga herî mezin a li pêşiya rejîma darbeya 12’ê Îlonê ye. Polîtîkayên zext û îşkenceyê yên darbeya 12’ê Îlonê ku bi taybetî li ser Kurdistanê dihatin meşandin, bi hamleya 15’ê Tebaxê re derbeke giran dixwin. 15’ê Tebaxa 1984’an, ji bo gelê Kurd û Kurdistanê tê wateya destpêka serdemeke nû û nivîsandina dîrokeke nû. Bi vî rengî, bi vê hamleyê re tevlîbûna jinên Kurd a nav refên gerîla jî lez dibe.

Di dema hamleyê de, li gel ragihandina HRK’ê, hatibû plankirin ku ERNK jî wekî rêxistina eniyê were ragihandin; lê wê demê ev îlan pêk nayê. Sedema pêknehatina vê îlanê Kesire Yıldırım e. Erka amadekirina beyannameya damezrandina ERNK’ê didin Kesire; ew heta dema îlanê dibêje ku beyanname amade ye, lê dema ji bo îlanê beyanname jê tê xwestin, dibêje ku wê bi dawî nekiriye. Ji ber vê sedemê, ragihandina ERNK’ê bi derengî, di 21’ê Adara 1985’an de pêk tê.

Tevî hemû hewildanên provokatîf ên li dijî pêşxistina gerîlatî û çalakîbûnê, di bin fermandariya hevalê Egîd de hamleya 15’ê Tebaxê pêk tê û şerê gerîla dest pê dike. Di xebatên amadekariyê yên hamleyê û çalakiya Hîlwan-Sêweregê de (ku destpêka şerê gerîla ye) Havva (Hanîm Yaverkaya) û Hatîce di karên wekî birina cebilxaneyê û amadekirina binesaziyê de cih digirin. Her çiqas bi awayekî fîzîkî beşdarî çalakiyê nebin jî, di amadekariyên beriya çalakiyê de roleke çalak dileyizin.

Hanîm Yaverkaya û Sultan Yavuz, keçên malbatên ku di berxwedana Hîlwanê de cih girtine ne; piştî ku malbatên wan têne girtin, derdikevin derveyî welat. Paşê tevlî refên PKK’ê dibin û ji bo perwerdeya leşkerî-îdeolojîk derbasî qada Sûriyeyê dibin. Li malên Beyrût û Şamê kûr dibin. Xwendin û nivîsandinê di nav refên partiyê de fêr dibin, dest bi nivîsandina helbestan û heta nivîsên rojnameyan dikin. Piştî girtina dayika wê (ku di Meclîsa Şaredariya Xîlwanê de cih digirt), Hanîm Yaverkaya bin bandora vê bûyerê dimîne û bi hêrseke mezin û îdiayeke xurt beşdarî xebatan dibe. Daxwaza serkeftinê û biryardariya wê, di demeke kurt de dibe sedema pêşketineke mezin.

Ew di komên yekemîn de yên ku derbasî Botanê dibin û di yekîneyên propagandaya çekdarî yên yekemîn de cih digire. Ew beşdarî xebatên amadekarî û binesaziya hamleya 15’ê Tebaxê dibe. Wekî yekemîn fermandara jin a ku di gerîla de fermandariya yekîneyeke leşkerî ya giştî (jin û mêr) kiriye, di dîrokê de cihê xwe digire. Li herêma Dihê fermandara mangaya hêza hevalên xort e. Li Botanê, di 28’ê Hezîrana 1985’an de li derdora gundê Bana yê Dihê, di kemîneke ku bi du hevalên xwe re dikevinê de şehîd dikeve. Di şerê ku bi saetan didome de, piştî şehadeta hevalên xwe Xelîl û Osman, ew bi tena serê xwe şer didomîne. Ji dijminê ku bang dikir û digot "Tu jin î, tu nikarî şer bikî, teslîm bibe", bi kiryarî nîşan dide ku jinek çawa şer dike.

Berxwedana ku di şer de nîşan dide, bandoreke mezin li ser gel dike. Şervantî û îradeya wê, serweriya wê ya li ser mijarên pratîkî dibe sedem ku fermandariya wê were qebûlkirin. Di salên ku darazên "jin nikarin şer bikin" serdest bûn de, fermandariya wê ya ji bo hevalên xort jî bû sedem ku pêşdarazên li hemberî jinê werin şikandin.

Yek ji jinên qehreman ên ku mohra xwe li vê serdemê dane jî Rahîme Kahraman (Saadet) e. Di sala 1960’î de li gundê Teman ê Mazgirt a Dêrsîmê ji dayik dibe. Dema lîseyê dixwîne, bi rêya birayê xwe Bakî Kahraman (ku yek ji şehîdên me yên neteweyî ye) û bi navbeynkariya Delîl Dogan têkoşîna rizgariya neteweyî dinase. Ji sala 1978’an û pê de bi awayekî çalak beşdarî xebatan bibe, li gundan xebatan dimeşîne. Karên wekî belavkirina belavokan, avakirina têkiliyên gund û bajaran û xebatên rêxistinkirinê dimeşîne. Rahîme Kahraman a ku di xebatên rêxistinkirinê yên Dêrsîmê de cih digire, di sala 1981’ê de ji ber biryara girtinê ya li ser wê, derdikeve çiyayên Dêrsîmê û xebatên xwe bi awayekî îllegal didomîne. Li herêmên Qerekoçan û Çewligê ji bo girseyên jinan xebatên rêxistinkirin û zanebûnê dimeşîne. Bi şehadeta birayê xwe Bakî re, kîn û hêrsa wê ya li dijî dijmin mezin dibe û hîn xurtir têdikoşe.

Rahîme Kahraman di nivîseke xwe de dema behsa vê pêvajoyê dike, dibêje ku dijmin bi 10 hezar leşker û 8 helîkopteran ketiye pey du kesan, ango pey wan. Di sala 1982’yan de li ser Sûriyeyê derbasî kampa perwerdeyê ya Hevle dibe. Di sala 1983’yan de ji bo destpêkirina têkoşîna gerîla derbasî qada Xînêre-Lolan a Başûrê Kurdistanê dibe. Piştî demekê li Lolanê dimîne, derbasî Botanê dibe. Ji bo Saadet a ku di warê leşkerî de pir jêhatî bû, dihat gotin ku "wekî ku leşker ji dayik bûye". Bi wêrekiya xwe, bi netirsî û cesareta xwe balê dikişîne. Xwedî kesayetiyeke çalak e ku diçe ser metirsiyan û çavê xwe ji tiştekî naterisîne. Saadet bi karakterê xwe yê serbilind û bi rûmeta ku li ber dijmin serî netewandiye, nûnertiya taybetmendiyên jina Kurd a ji dîrokê heta îro dike. Di 22’yê Îlona 1985’an de li gundê Çemê Mezin ê Şirnexê di pevçunekî bi dijmin re de, tevî hevalê li kêleka xwe şehîd dikeve.

Şehadeta Rahîme Kahraman bandoreke kûr li ser gel dihêle. Xwedîderketina gel a li cenazeyê Rahîme Kahraman, di mijara nêzîkbûna li jinê de guhertineke mezin ava dike. Rêbertî ji bo şehadeta Rahîme dibêje: "Milîtaneke me ya keç hebû. Keçeke qehreman bû. Li cem me bû. Ew jî bi mirineke balkêş gihîşt şehadetê. Ji şehîdên pêşîn e. Heta efsaneyek hatibû afirandin ku ew ne miriye û dê dîsa vegere. Hemû di bîra min de ne."

Gelê Kurd wateyeke pir mezin dide şehadeta Rahîme Kahraman. Weke jineke Kurd a ku di nav gel de bûye efsane; navê wê li zarokên nûbûyî tê kirin, gelek jinên ciwan ên tevlî refan dibin navê xwe yê kod ji wê digirin. Îro hîn jî li Şirnexê gora wê ji aliyê bi dehan mirovan ve tê ziyaretkirin û mîna ku di perestgeheke pîroz de bin, diayên xwe dikin û mirazên xwe dixwazin. Baweriya ziyareta pîroz a di civaka Kurd de, ji bo gora Rahîme Kahraman jî tê sepandin. Bawer dikin ku mirazên li ser gora wê têne xwestin qebûl dibin û axa gora wê ji nexweşiyan re dibe şîfa. Guhertina nêrîna li ser jinê, afirandina hurmeteke mezin a ji bo hebûna jinê û di kesayetiya Rahîme de şênberbûna nirxên pîroz, giringiyeke dîrokî ye. Bi şehadeta wê re gelek malbatan bi daxwaza xwe keçên xwe tevlî refên têkoşînê kirin. Rahîme Kahraman di dema xwe de û îro jî her tim bûye fermandara mînak a têkoşîna azadiyê.

Hamleya 15’ê Tebaxê gelek pêşketinên girîng bi xwe re tîne; mezinbûna girseyî ya PKK’ê, belavbûn û mezinbûna şerê gerîla û herikîna jinan a nav refên gerîla wekî pêvajoyeke bilez dest pê dike. Di dema ku şerê azadiyê li Kurdistanê belav dibe, yek ji pêşketinên herî berbiçav tevlîbûna jinên Kurd e. Di civaka Kurd de ku pîvanên feodal serdest bûn û jin wekî "namûs" dihat dîtin, tevlîbûna jinan a ji bo şerê li çiyayan lerzîneke mezin ava kir. Statuya ku li ser jinê hatibû ferzkirin û derketina wê ya bi tena serê xwe jî wekî "şerm" dihat dîtin, piştî hamleya 15’ê Tebaxê û herikîna jinan a qadên şer, parçe parçe bû. Piştî ku şer li Bakurê Kurdistanê belav bû, şehadetên jinan jî dest pê kirin. Sala 1985’an di vî warî de dibe salek ku şehadetên jinan di nav refên gerîla de dengekî mezin vedidin. Şehadeta jinên şervan bandoreke pir giran li ser civaka Kurd dike.

Bi taybetî polîtîkayên şerê taybet ên ku dijmin xwest li ser jinên gerîla yên şehîd bimeşîne, bi berevajî bandor kir. Dijmin xwest ku şerê jinên Kurd û xort a li çiyayan, li ser têgeha "namûsê" ya civaka Kurd wekî amûreke reşkirinê bi kar bîne. Dijmin hemû antî-propagandaya xwe li ser vê yekê meşand. Lê bawerî û girêdana gelê Kurd û jinên Kurd a li hemberî têkoşînê hîn zêdetir xurt bû û tevlîbûna jinan a nav refan bi lezeke mezin zêde bû. Heta gora Rahîme Kahraman di nav civakê de wekî "ziyaret" hat qebûlkirin û pîroz kirin. Ew bawerî pêş ket ku bi axa gora wê dê dermanê derdên xwe bibînin. Hamleya 15’ê Tebaxê û şehadeta jinên gerîla ya li pey wê, di civaka Kurd de serdemeke nû û awarte da destpêkirin.

Wê Bidome…